Wane 22 Dem û kat
Kato berê li saeta xwe dinêre, li pey li bilindahiya rojê dinêre, dû re jî vedigere û siya xwe bi lingan dijmêre. Siya wî du ling bû, wî cardin li saeta xwe nêrî, saet dazdeh û nîv bû. Xaskarê li wî sêr dikir. Ev tevgera Kato wek nûgerî li ser dilê Xaskarê rûniştibû. Ji wê bi nûgerî jê pirsî:
X - Kato ew çi ye tu wer dikî? Tu geh li saeta xwe dinêrî, geh li rojê û li pey jî siya xwe bi lingan dipîvî?
K - Demên berê saet tinebûye, wan ji bo demê siya xwe wek pîvan bi kar anîne. Ez jî herduwan didim ber hev.
X - Tu û Pelda hûn mirovên taybetî ne! Wê jî darekî kiribû navbera tiliya beranokê û destê xwe, siya darê wek pîvan bi kar dianî! Hûnê bibin zanyarên mezin!
K - Tu wan cîh bihêle, saeta te çend e?
X - Ji yekî re çeyrek dixwaze! Lê li bame nabêjin; “saet çend e?” Dibêjin; “saet çi ye?
K - Belê herdu pirs jî tên bikaranîn, li ba me dibêjin; “ji yekî re çeyrek heye?”
X - “Heye, dixwaze!” herdu jî yek in. Bê wê mirov dikane bibêje, ji sêzdan re çeyrek heye.
K - Lê gava ji duduyan bist derbas be, tu çi dibêjî?
X - Ez jî wekî te dibêjim. Lê mirov dikane ji çardan bîst derbas dibe, yan jî dibuhure bibêje.
K - Ango li ba we dibêjin, saet ji çardan bîst dibuhure.
X - Gundiyên cîwan dibêjin; “ ji duduyan bîst derbas dibe!” Lê kal dibêjin; “dibuhure!”
K - Min bibexşîne, saet di dudu û nîvan de Jivana min heye, divê ez biçim!
X - “Jivan” tê wateya “randevu ango termînê” ne wisa?
K - Belê, bi kurdî ji “termînê” re “Jivan” dibêjin.
X - Jivana min jî di nozdeh û bîst û pêncan de heye. Hûn ji deqîqe û saniyê re çi dibêjin.
K - Deqîqe û saniye naguherin. Lê mirov dikane ji bo deqîqê “kêlî” jî bibêje!
X - Kurdên Soran “katjimêr,” hin kurmanc jî “demjimêr” dibêjin ne wisa?
K - Belê lê herî zêde peyva “saet” rûniştiye. De bi xatirê te, ezê dereng bikevim.
X - Ji te re oxir be!
Wateya peyvan = Sözcüklerin anlamı:
Bilindahî :yükseklik
Du ling (nig) û nîv : ikibuçuk ayak
Saet dazdeh û nîv bû. : saat 12,30 idi
Sî : gölge
Tevger : hereket Nûgerî /
mereq : merak
Pîvandin : ölçmek Pîvan : ölçü
Bikaranîn / bikarhênan : kullanmak
Herduwan /herduyan : ikisini, her ikisini
Taybetî : özel, farklı özellik gösteren
Tilî : parmak Tiliya beranokê : baş parmak
Zanyar : bilgin
Saet çend e? : Saat kaç? Saeta te çend e? : Saatin kaç?
Çarek / çeyrek : çeyrek / dörtte bir Ji yekî re çeyrek dixwaze. : bire çeyrek var (istiyor) Ji yekî re çeyrek heye. : bire çeyrek var.
Ji sêzdan re çeyrek heye. : Onüçe çeyrek var
Saet çi ye? : saat kaç ? Ji duduyan bîst derbas be! : ikiyi yirmi geçerse
Ji duduyan bîst derbas dibe! : ikiyi yirmi geçiyor.
Ji çardan bîst dibuhure : 14,20 geçiyor. Jivan : termin Saet di çendan de? : Saat kaçta?
Saet di dudu û nîvan de. : Saat iki buçukta
Deqiqe /kêlî : dakika Katjimêr / demjimêr : saat
Bi xatirê te : hoşça kal
De bi xatirê te. : haydî hoşça kal.
Oxir be : uğurlar olsun.
Nîvê şevê : Gece yarısı / saat 24 00 te
Tu kengê diçî? : Ne zaman gideceksin?
Ew çi wextê tê? : O ne zaman gelecek?
Saeta destan : kol saatı Saeta dîwar : duvar saatı Saeta bangê : çalar saat